PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê nîvro li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi erdhejeke pileya 4,1an hejiya.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) a Tirkiyê, belav kiriye ku erdhej li derdora demjimêr 12:37an li bajarê Wanê rû daye û tundiya wê jî 4.1 e.
AFAD diyar kiriye ku navenda erdhejê 19.4 kîlometre dûrî navenda bajarê Wanê ye û 8.2 kîlometre di bin erdê de rû daye ku ti ziyan nehatine ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin