Di hevdîtinên Cenevê yên destûrê de tenê dosyeyên berê têne gotûbêjkirin

Di hevdîtinên Cenevê yên destûrê de tenê dosyeyên berê têne gotûbêjkirin

PeyamaKurd – Civinên Komîteya Destûrê ya Sûriyê ku ji 45 endamên komîteyê pêk tê, îro 24ê Tebaxê li Paytexta Swîsre Cenevê dest pê kirin.

Hevdîtinên komîteya destûrê di navbera aliyên opozisyonê û hikûmeta Sûriyê û kesayetên serbixwe de pêk tên û wê heta roja Înê dewam bikin. Di civînên destpêkê de ji ber bi çend endamên komîteyê re testên korona pozîtîf derketin, hevdîtin bo demekê hatin rawestandin.

Hevdîtinên destûrê ku bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tên, ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve ji nêzîk ve têne şopandin.

Li gorî Rojnameya El Beyan a erebî hevdîtinên vê carê, dê ji bo nirxandina hin dosyayên berê be, lê belê ti biryar ji hevdîtinên vê carê dernakevin û rê dirêj e ku pêwîstî bi hevdîtinên din jî heye.

Li gorî çavkaniyan Îran yek ji aliyên ku li dijî pêvajoya komîteya destûrê ye.

Herwiha heta niha jî komîteya destûrê programeke xebatê ya hemû alî qebûl bikin amade nekiriye.

Kurd bi awayekî kesayetên serbixwe û beşdariya ENKSê di nav opozîsyonê de, hevdîtinan dişopînin, lê belê di amadekirina destûra nû ya Sûriyê de heta niha wekî kutle cih bo hêzên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin