PeyamaKurd - Îrana ku di her firsendê de dijminiya xwe ya li dijî Kurdan venaşêre careke din dijberiya xwe eşkere kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemmed Cevad Zerîf ragihand, ku “Dijminan wek pêngava pêşî dixwestin bi xapandina rêvebirên Herêma Kurdistanê herêmê perçe bikin, lê hişyariya gel û bi piştgiriya Iraq û Îran û Tirkiyê ev plan bi ser nexist."
Îranê ji destpêka referandûma serxwebûnê ve dijatiya xwe ragihand û lîderê wê Elî Xemaney îdîa kir ku "ev planeke Siyonîstan e û Îsraîl li pişt vê projeyê ye."
Piştre bi serperiştiya Qasim Silêmanî Heşda Şebiyê êrîşî Kerkûkê kir û bi îxaneta çeteyên YNKê Kerkûk ket destê Îranê.
Di vê dagirkeriyê de Tirkan jî alî Heşda Şabiyê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin