PeyamaKurd- Ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ve hat ragihand ku artêşa Rusyayê, di roja dawî ya sala borî de bi giştî 31 moşek havêtine Ukraynayê û 12 êrîşên asîmanî kirine.
Serfermandariya Giştî ragihand ku duh û îro danê sibehê, hêzên Rus bi moşek û êrîşên asîmanî êrîşî deverên cuda yên Ukraynayê kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên Rusyayê, bi taybetî li herêmên Kiev, Çernihiv, Sumi, Xmelniski, Donetsk, Zaporijya, Mikolayiv û Hersonê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Rusyayê, balafirên bêmirov jî bi ser Ukraynayê ve şandine û hat gotin ku
"Dijmin, bi 13 balafirên bêmirov ên Şahîd-136 ên Îranê êrîş kirin. Hemû jî ji aliyê Hêzên Parastina Ukraynayê ve hatin jinavbirin. Metirsiya dijmin, êrîşên hewayî û moşekan, li seranserê Ukraynayê berdewam dikin. ”
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rusyayê jî di nav 24 saetên dawî de bi top û pergalên din ên çekên giran êrîşî Ukraynayê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin