Saredar û parlamentarê berê yê Diyarbekirê koça dawî kir

Saredar û parlamentarê berê yê Diyarbekirê koça dawî kir

PeyamaKurd – Şaredar û parlamentarê berê yê bajarê Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê û serokê berê yê Diyarbekirsporê Nurettin Dilek li nexweşxaneyeke bajarê Enqerê koça dawî kir.

Nurettin Dilek di salên 1985-86  de şaredarê Diyarbekirê bû û herwiha serokê Diyarberkirsporê bû.

Hat ragihandin ku Nurettîn Dîlek piştî çend rojên li nexweşxaneyê îro 16ê Nîsanê çûye ser dilovaniyê û cenazeyê wî li Diyarbekirê bo axê hat spartin.

Nurettin Dilek di sala 1952an de li Amedê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Enqerê beşa çandiniyê xwendiye.

Li parlamentoya Tirkiyê di heyama 18emîn (1987-1991) de li ser lîsteya Anavatanê bûye parlamenter. Di heyama 21emîn de ji heman partiyê dîsa weke parlementer hatiye hilbijartin.

Nurettin Dilek bavê sê zarokan bû û bi zimanê Almanî dizanîbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin