Merkel: “Hinekî din jî sebir bikin”

Merkel: “Hinekî din jî sebir bikin”

PeyamaKurd- Profesor a fîzîkî û hem serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bo tedbîrên koronavîrusê axifî û got divê tedbîran bi hezir sist bikin. Tedbîrên têkiliya bedenî wê heya 3 yê gulanê dewan bike û dibistan di meha gulanê de, wê bi dorê bên vekirin. Merkel vê biryarê bi rêya video konferansê ku bi serokwezîrên 16 eyaletan re kir de sitend. Hem Merkel bo xelkê Almanyayê sipasiya xwe kir ku li pey tedbîrên belavbûna vîrusê çûne û got:

“Hinekî din jî sebir bikin.”

Merkel di mijara vekirina dibistanan de jî weha got:

“Wê dibistan piştî 5 e gulanê bi dorê vebin. Ez dizanim ku li Almanya çendîn kes vê mijarê dişopînin. Ji ber ku dê û bav di haletekî zor de ne. Em ê gelek bi tedbîr dibistanan vekin. Em ê bo tenefus û alavên dibistanan tiştên nû bifikirin.”

Merkel bo îbadetxaneyan jî got ku wê bi lîderên ayînî re li ser mijarê biaxifin. Xwaringeh û bar wê girtî bimînin ji ber biryar ya civînê ye. Piştî 20 ê nîsanê wê kargehên ku mezinahiya wan heya 800 m2 ye bên vekirin. Bo maxazeyan wê nehêlin ku qelebalix çêbibe.

Berber dikarin xwe bo 4 ê mehê amade bikin da ciyên xwe vekin. Festîwal û ahengên mezin wê heya 31 ê gulanê neyên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin