Zîrwa sêqolî ya li Tehranê di dawî bû

Zîrwa sêqolî ya li Tehranê di dawî bû

PeyamaKurd – Zîrwa di asta Astanayê de ya li Îranê li payîtext Tehranê bi dawî hat. Di civîna çapemenyiyê de her sê lîder serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan û swerokê Rûsyayê Vladimir Putin derketin ber çapemeniyê. Her lîderekî ji aliyê xwe de mijaran anî ser ziman û agahî dan çapemeniyê. Di mayîna serokê Sûriyê Beşer Esed ya li ser text, ji aliyê Putin û Reîsî de hat parastin lê Erdoğan di mijarê de bêdeng ma.

Her sê lîder li ser yekîtiya axa Sûriyê hemfikir man lê besha Esed nehat kirin. Di axaftinê de Erdoğan bêhtir PYD ê û FETÖ yê xist hedefa xwe û weka ji bo operasyona Tirkiyê ya ser Sûriyê her dû lîderên din terefdarê operasyonê nebûn. Yek ji mijara Tirkiyê jî mijara koçberên Sûriyê bû. Erdoğan her weha desteka Rûsya û Îranê ji bo hedefên xwe yên ser Sûriyê xwest. Erdoğan mixabûna paşdexistina civîna destûra Sûriyê anî ziman û got ku heya niha 9 civîn çêbûne lê negihane ti encamê. Têkçûna destûra Sûriyê weka binketina pêvajoya Astanayê binav kir.

Reîsî û Putin bêhtir ji bo çareseriya mijara Sûriyê dîplomasiyê û diyalogê xistin pêşiya her tiştî.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî di axaftina xwe de hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê bi awayekî nerewa dît û got ku wê rejîma Sûriyê dewamî destek bikin. Reîsî ragihand ku hebûna Amerîka ya li Sûriyê ji bo talankirina petrola Sûriyê ye û xwest ku Sûriye artêşa xwe li ser sînor xwurt bike û bi welatên cîran re hevkariya xwe xwurt bike. Reîsî li ser mijara koçberên Sûriyê jî got ku her hewla ji bo çareseriya koçberên Sûriyê bêkirin wê destek bikin. Reîsî di axaftina xwe Amerîkayê xist hedefa xwe û dorpêçên Amerîkayê yên li ser welatan şermezar kir. Îsraîl jî di hedefa Reîsî de bû û li dijî îşxala Golanê ya di sala 1967 an de ji aliyê Îsraîlê de hatibû kirin de, got ku ev kiryar îhlala desthilata Sûriyê ye.

Putin di axaftina xwe de ragihand ku zîrwe gelek baş bû û ji bo Sûriyê normalîze bibe, her sê lîder hemfikrin. Çareseriya krîza Sûriyê di dîplomasiyê de dît.

Putin ji bo destûra Sûriyê jî got ku ji destê wan çi were dê ji bo lihevkirina destûra Sûriyê wê destekê bidin. Putin weha got:

“Divê bê mudaxeleya ji derve Sûriyeyî mijara xwe çareser bikin. Em, Îran û Tirkiyê bi hevkarî destekê bidin xebatên nivîsa destûra Sûriyê. Asta terorê di salên dawiyê de li Sûriyê kêm dibe. Em di têkoşîna li hemberê terorê de hemfikrin. Wê di formata Astana de wezîrên karên derve bicivin. Em li ser seha enerjiyê û sanayiyê axifîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin