PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Korbenda Aborîya Cîhanê ya Davos 2023 ji rojnamevanan re axivî û bersiva pirsên wan da.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser danûstandinên xwe yên li Davosê û got ku wan hevdîtinên girîng di çarçoveya Lutkeya Davosê de ligel berpirs û karsazên cîhanê kirine.
Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Pêgeheke girîng a Kurdistanê heye, him ji aliyê enerjiyê û him jî ji aliyê xurekê ve. Ji aliyê asayîş û îstiqrarê ve jî, beriya niha roleke aktîf a Kurdistanê hebû di rûbirûbûna terorîzmê û dabînkirina îstiqrara herêmê de.”
Derbarê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê jî Mesrûr Barzanî da zanîn, îsal 2500 kes beşdarî korbendê bûne û mijarên enerjiya paqij, asayîşa xurekê û asayîş û seqamgîriya welatan, bi taybetî piştî serîhildana şer û kêşeyan li Ewropayê û herwiha guherîna keş û hewayê û bandorên wê, hatine gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pêwendiyên ligel hikûmeta nû ya Bexdayê û çareserkirina kêşeyan jî da xuyakirin, ji bo çareserkirina kêşeyan gelek caran şandên Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kirine û wiha axivî:
"Em hewl didin yasa nû ya petrol û gazê derxin. Ji bo tenduristbûna pêwendiyên Kurdistan û Bexdayê divê ev mijar di çarçoveya yasayan de bên sererastkirin.”
Herwiha Mesrûr Barzanî li ser mijara boykota YNKê ya Encûmena Wezîran jî diyar kir ku li gorî wan divê Encûmena Wezîran nebe cihê pirsgirêkan û pêwîste hemû beşdarên hikûmetê dengê xwe bilind bikin.
Mesrûr Barzanî got ku pirsgirêk piştî ku wan daxwaza lêkolîn û radestkirina kesên Hevkar Caf li Hewlêrê şehîd kirine derketiye holê ku mijar hatiye mezinkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin