Gundên Eyn Îsa û Amûdê hatin topbaran kirin

Gundên Eyn Îsa û Amûdê hatin topbaran kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve, îro 27ê Nîsanê, li navçeya Eyn Îsa û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê, hejmarek gund dane ber topan.

Li gorî zanyariyan, di demjimêrên piştî nîvro de, gundê Fatise yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hat topbaran kirin.

Herwiha hevdem mezreya li gundê Şorik ê girêdayî bajarokê Topiz ê navçeya Amûdê jî hat topbaran kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, di encama topbaranan de, windahiyên canî çênebûne, lê ziyana madî çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin