PeyamaKurd – Rayedarên Îranê di derbarê hikûmeta nû ya Îsraîlê de diyar dikin, ew ê sîyaseta Îsraîlê ya ji bo ewlekarî û derve bi guherîna hikûmetê re neguhere.
Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saeed Khatibzadeh da zanîn, ew bi xwe bi fikrên xwe li şûna xwe ne. Khatibzadeh got: ‘‘Dijminên Îranê çûn û Îran ya bi hêz, hîn li şûna xwe ye.’’
Khatibzadeh herwiha destnîşan kir, ew bawer nake ku sîyaeta Îsraîlê bi hikûmeta nû re biguhere.
Koalîsyona bi pêşengiya Naftali Bennett, roja Yekşemê Benjamin Netanyahu ji seroktîyê gêr kiribû û hatibû ser desthilata Îsraîlê.
Qesra Spî eşkere kiribû, Serok Biden dema ji bo pîrozkirinê bi Bennett re axifîye daye zanîn ku ew ê ser xurtkirina hevkariyê, ewlekariya herêmî û Îranê danûstandinên berfireh bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin