PeyamaKurd – Rêzefîlmê bi navê Skylines ê derhênera Kurd Solîn Yusuf di payîza îsal de li ser Netflixê dikeve weşanê.
Hat ragihandin ku dê rêzefîlmê ‘Skylines’ ê derhênera Kurd Solîn Yusuf ku li Almanyayê dijî, 27ê Îlonê li ser malpera Netflixê bikeve weşanê.
Rêzefîlmê Skylines li Frankfurt a Almanya mijara ciwanekî muzîka Hîp Hopê çêdike digire dest ku piştre xwe di nav tawanan de dibîne.
Tomarkirina dîmenên rêzefîlm 29ê Mijdara 2019an dest pê kiribû û 6 beşên sezona yekê jî niha bidawî bûne.
Derhêner Solîn Yusuf bi eslê xwe ji bajarê Duhokê ye û sala 1987an hatiye dinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin