CENTCOM: Li Sûriyê serkirdeyekî diyar ê DAISê hat desteserkirin

CENTCOM: Li Sûriyê serkirdeyekî diyar ê DAISê hat desteserkirin

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, bi rêya helîkopterê di nava 48 demjimêrên borî de sê êrîşên cuda li rojhilatê Sûriyê û bi ser çekdarên DAIŞê de hatine kirin û serkirdeyekî diyar ê DAIŞê hatiye desteserkirin.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, di çarçoveya 3 êrîşên cuda yên ser baregeh û pêgehên DAIŞê de, li rojhilatê Sûriyê pênc çekdarên DAIŞê û serkirdeyekî diyar ê rêxistinê hatin desteserkirin.

CENTCOMê diyar kir, yek ji wan kesên hatiye desteserkirin, destê wî di êrîşan de li Sûriyê hebûye û serkirdeyekî diyar ê rêxistin DAIŞê ye.

Hêjayî gotinê ye, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî doh Sêşemê ragihandibû ku di encama operasyonên hevbeş ên ligel Hevpeymaniyê de, berpirsekî DAIŞê hatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin