Rûsya ferman da ku balyozê Estonyayê Rûsyayê terk bike

Rûsya ferman da ku balyozê Estonyayê Rûsyayê terk bike

PeyamaKurd – Gengeşeya dîplomasiyê di navbera Rûsya û Estonya de her diçe zêdetir dibe. Wezareta karên derve ya Rûsyayê ji balyozê Estonyayê yê Moskovayê ji Margus Laidre got ku terka Rûsyayê bike. Wezareta Rûsyayê ragihand ku biryarê ji bo kêmkirina dîplomatan daye.

Lê dema mirov asta dîlomasiyê dide ber çav, tê dîtin ku Rûsya û Estonya dîplomatên balyozxana Tallinê daxistin asta maslahatguzaran. Di mijarê de wezareta Rûsya ya karên derve bangî balyozê Estonyayê yê li Moskovayê kiriye. Wezaret weha dibêje:

“Terefê Rûsyayê biryarê daye ku li her dû welatan nûnertiya dîplomatîk daxe asta maslahaguzaran. Bi sedema tevgera hukumeta Estonyayê, Rûsya nota daye balyozê Estonyayê. Divê balyozê Estonyayê yê Moskovayê heya 7 ê sibata 2023an terka Rûsyayê bike. Sedema ku têkiliya me hat vê astê Estonyaye. Em ê di pêşde jî bertekên xwe nîşanî rêvebiriya Estonyayê bidin.”

Wezareta karên derve ya Estonyayê di 11 ê mehê de ji Rûsyayê xwestibû ku jimara dîplomatên xwe heya 1 ê sibatê daxîne 8 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin