PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 1ê Sibatê danê êvarê, kesekî bi çek, bi ser fabrîqeya P&G ya Amerîkî ku li navçeya Gebze ya bajarê Kocaeli yê Tirkiyê ye de girt.
Li gorî zanyariyên medya Tirk wêneyê kesê êrîşî fabrîqeyê kiriye hatiye belavkirin ku bi çek e û li ber dirûşmên piştgiriya Xezzeyê yên dîwarekî rawestiyaye. Hate îdiakirin ku ev çalakî ji bo protestokirina Îsraîlê li dar xistiye.
Hate diyarkirin ku wî kesê bi çek 7 karkerên fabrîqeyê dîl girtine.
Herwiha hin medyayan jî belav kiriye ku kesê êrîş kiriye, bi xwe karkerekî peymanî yên wê fabrîqeyê bûye û 10 roj berê jî kar veqetiyaye.
Piştî bûyerê gelek tîmên polîsan û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatine veguhestin û hemû rêyên diçin wê fabrîqeyê hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin