Îran: Mijarên herî dijwar ên nehatine gotûbêjkirin mane

Îran: Mijarên herî dijwar ên nehatine gotûbêjkirin mane

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, derbarê danûstandinên vegera li peymana nukleerî yên li paytexta Awustirya Vîyenayê berdewam dikin de daxuyanî da.

Xetîbzade di civîna heftane ya rojnamevanî de, li avahiya Wezareta Derve ya li Tehranê diyar kir: “Di danûstandinan de pêşketinên girîng çêbûne. Mijarên ku bên nîqaşkirin kêm bûn. Lê piştî wê mijarên herî dijwar, giran û sereke man.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got ku ew li benda biryarên Ewropa û Amerîkayê ne ku di wî warî de hîn ti pêşketin çênebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin