PeyamaKurd – Li navçeya Mabeta ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, zarokekî Kurd bi navê Yûsif Menan Hemreşo ji şêniyên gundê Kaxirê, di zeytdanka guvaştgehê de kuştî hat dîtin.
Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, zarokê bi navê Yûsif, roja Yekşemê di zeytdanka guvaştgehê de û tevî ku deriyê wê bi xurtî girtî bû, kuştîî hat dîtin.
Derbarê mirina wî zarokî de gelek guman derketin holê, ku çawa zarok gihîşt zeytdanka guvaştgehê.
Yûsif yektayê malbatê ye û 4 xwişkên wî hene, lê zêde ker û lal e, wê demê çawa gihîşt wir û kete zeytdanka zeytê cihê gumanê ye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di 1ê Mijdarê de raporeke berfireh amade kir. Rewangehê di rapora xwe de bal kişand ser rê û rêbazên kuştina zarokan, li kêleka wê kuştina wan a teqîn û di şerê navxweyî yê di navbera milîsan de û avêtina wan ji ser baniyan ve jî anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin