NY bang li Îranê kir ku cezayê ser wan rake!

NY bang li Îranê kir ku cezayê ser wan rake!

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Îranê kir ku cezayê bo wan jinên ji ber protestoya rûnixumandinê were betalkirin û ji girtîgehê bên berdan.

Sê jinên Îranê 8ê Adarê Roja Cîhanê ya Jinan bi awayekî servekirî qedexeya rejîma Îranê ya rûnixumandinê di metroya Tehranê de protesto kiribûn û piştî dîmenên wan ên gulan belav dikin li ser medya civakî belav bibûn meha Nîsanê jî hatibûn binçavkirin.

Hersê jinên îranî bi hinceta xirakirina ewlekariya netewî, propagandaya dijî dewletê, bê ehlaqî û teşwîqkirina fihuşê ji aliyê dadgehê ve hatibûn sizadan û ew ligel wan jî 10 kesên din ên beşdarî protestoyê bûne şandibûn girtîgehê.

Pisporên NY beriya niha jî aqûbeta wan jinan ji Îranê pirsîbûn û Îranê jî bersiv dabû û gotibû, ji ber tawanên bê ehlaqiyê û gefa li ser ewlekariya netewî hatine girtin.

Deh raportorên girêdayî Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan ku girêdayî NY ye bi daxuyaniyeke hevpar bang li Îranê kirin, cezayê ku bo wan jinên protestoya rûnixumandinê kirine were betalkirin û derhal ji girtîgehê werin berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin