Putin û Johnson bi telefonê axifîn

Putin û Johnson bi telefonê axifîn

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê bi serokwezîrê Îngîltere bi Boris Johnson re axifî. Mijara axaftina wan li ser têkiliyên navbera her dû dewletan, pirsgirêkên herêmî û guherandina kêşûheyê bû. Koşka Kremlînê bi nivîskî ragihand ku wê li Glasgovê di çarçoveya peymana Neteweyên Yekgirtî ya 26 ê, konferansa terefan çêbibe û di konferansê de, wê Rûsya şopên karbonê hêdî hêdî ji ortê rake. Li ser mijara têkiliyên duqolî de, Kremlîn weha got:

“Di navbera her dû dewletan de tevî hinek pirsgirêk hene jî di navbera Moskova û Londrayê de di gelek sehayan de hevkarî dê gelek girîng be û di mijarê de her dû alî gihane fikreka hevpar. Her dû lîder li ser mijara Afxanistanê axifîne û Putin li ser civînên ku hefteya borî çêbûn yên li ser Afxanistanê agahiyan daye Johnson. Her dû lîder bûne hemfikir da parastina plana bernama Îranê ya hevpar ya nukleerî bê parastin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin