PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Îran (PDK-İ) Mistefa Hicrî bi minasebeta erkdarkirina bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir.
Mistefa Hicrî ji bo heyama nû hêviya xwe ya geşepêdan, aştî û aramiyê bo Kurdistanê anî ziman û got, “Rêzdar Mesrûr Barzanî, ez li ser navê xwe û PDK-Îyê ji ber hilbijartina cenabê te bo avakirina hikûmetê pîroz dikim.”
Hicrî di peyama xwe de diyar kir ku hêviya gel ji hikûmeta nû ya Kurdistanê zêde ye û got, berpiriyariyeke mezin dikeve ser milê Mesrûr Barzanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin