PeyamaKurd – Li Binxetê li bajarê Qamîşlo grûba bi navê Devrimci Gençlik an ku Ciwanên Şoreşger êrîşê baregehên Neteweyên Yekgirtî (NY-UN) û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (World Health Organisation-WHO) kirin. Çavkaniya ku ji bo K24 ê axifiye ragihandiye grûba navborî bi ser Rêvebiriya Xweser ve ye û êrîşê her dû baregehan kiriye.
Çavkaniya agahiyan daye, gotiye ku li dora 50 xort bi Molotof kokteylan êrîş kirine ser avahiyên NY û WHO yê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin