Diyarbekir | Pizîskekî cerrah xwe kust

Diyarbekir | Pizîskekî cerrah xwe kust

PeyamaKurd –  Li parêzgeha Diyarbekirê, pizîşkekî cerrah xwe kuşt.

Li gor zanyariyan, li Diyarbekirê pizîşkê cerrah Selahattin Malgir ê 61 salî, li mala xwe ya ku bi tenê dijiya xwe bi çekê kuşt.

Hat zanîn, piştî asîstanê wî ji do ve nagihîje Malgir, do 5ê Hezîranê polîs agahdar kir. Polîs çû mala Malgir û derî vekir, lê termê wî dît. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û dozger ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hat ragihandin, piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê meytê Malgir şandin Saziya Dadî ya Pizîşkiya Diyarbekirê.

Hêjayî gotinê ye, Malgir 6 sal beriya niha bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û dermankirina wî berdewam bû û li ser nexweşiyê gelekî  hestiyar bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin