PeyamaKurd – Li welatê Amerîka Latînî li Perûyê serokkomarê Perûyê Pedro Castillo ji serokatiyê hatibû daxistin û wî şandibûn zîndanê. Di şûna wî de cîgirê wî Dina Beluarte kiribûn serokkomar û li ser mijarê dewletên weke Meksika, Arjantin, Kolombiya û Bolivya bi hevre do daxwuyaniyekî nivîskî dan ku ew serokkomarê nûh nasnakin. Boluarte, li ser dewamkirina tevgeran di kolanan de got ku provakasyon çêdibin û bang li xelkê kir da aram bin.
Castillo ji zîndanê bang li xelkê kir ku ew hê jî serokkomare û wezîfa wî dewam dike. Dema serokkomarê nû Boluarte ji navenda operasyonan ya lezgîn ya Perûyê (COEN) derdiket, ji rojnamevanan de ragihand ku di kolanan de provakasyon tên kirin û bang li xelkê kir da aramiya xwe biparêzin. Serokkomar li ser ku 4 dewlet wî weka serokkomar nasnakin ragihand ku wê li serokê her 4 dewletan bigere û bi xwe bi wan re biaxife û weha dewam kir:
“Li pey wan kesên ku şiddetê dikin neçin. Ev bi kêrî kî tê? Em weka bira bijîn û hev hemêz bikin. Ez banga aramiyê û bêdengiyê dikim. Eger hun bi min re diyalogê daneynin, ez ê çawa mijaran çareser bikim. Em xeta diyalogê xerab nekin.”
Serokkomarê berê Castillo di wexta ji ser kar hat daxistin 7 ê kanûnan bû û di dengdanê de, daxistina wî bi 101 dengan hatibû qebûlkirin. Sedema xistina wî îhlala nîzama dewletê, nehiştina karkirina erka dewletê û desteserkirina fonksiyonên giştî yên dewletê nîşan dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin