Li ser referandûma serxwebûnê ya Kurdistanê Bexda balafirgehên Kurdistanê yên Hewlêr û Silêmaniyê girtibû. Piştî 6 mehan sefera yekem ji Tirkiyê bo Kurdistanê destpêkir.
Balafirgeha Hewlêrê ya Kurdistanê ji aliyê rêvebiriya hukumeta Kurdistanê ve tê îdarekirin. Balafira bi ser Turkish Airlines ve, bi 150 rêwiyên xwe ve, piştî fira bi 2.5 ê, vê sibê siet di 2.30 an de danî balafirgeha Hewlêrê.
Çûnû hata bo Hewlêrê gelek wext digre. Ji Diyarbekirê bo Hewlêrê ji 10 sietan zêdetir wext digre. Eger bi balafirê ji îstenbolê mirov here Diyarbekirê û ji wir bi seyyarê here Hewlêrê, ev dike 12 an 13 siet ku bo rêwiyan gelek zahmet e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin