PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî qutkirina ava diçe Hesekê û bandorê li zêdetirî milyonan kesan dike û got, Tirkiye tawana mirovahiyê dike.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku di vê werza germa bêmînak de, qutkirina avê gefeke cidî li ser tenduristiya civakî çêdike ku Tirkiye avê wekî çeka siyasî bikar tîne.
Wezareta Derve ya Sûriyê hebûna leşkerên Tirkiyê li Sûriyê wekî dagirkerî bi nav kir û bang li Neweteweyên Yekbûyî jî kir, rê li ber binpêkirina hiqûqa navdewletî bigire û gavên pêwîst û bi bandor li ser vê mijarê bavêjin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin