NATOyê, li ser rewsa Swêd û Finlandiyayê agahî dan

NATOyê, li ser rewsa Swêd û Finlandiyayê agahî dan

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê ku dê di 29-30ê Mijdarê de li paytexta Romanyayê ya Bukreşê bê lidarxistin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Stoltenberg, bi rêya daxuyaniyê, biryara NATOyê ya li ser Swêd û Finlandiyayê ragihand.

Jens Stoltenberg, bi rêya daxuyaniyê bal kişand ser pêvajoya endamtiya herdu welatên navborî û da zanîn ku endamtiya herdu welatan di NATOyê de dê hevpeymaniyê bihêz bike û bi bîr xist ku Amerîka û Brîtanya jî di nav de hin welatan saxlemiyên ewlehiyê dane Swêd û Finlandiyayê.

Stoltenberg, li ser pirsên rojnamevanan a li ser serlêdanên endamtiya Swêd û Finlandiyayê bi bîr xist ku protokolên endamtiyê yên piştî serlêdanên herdu welatan hatine destnîşankirin, ji bilî Macarîstan û Tirkiyeyê, ji aliyê meclîsên 28 welatên endam ve hatine pejirandin.

Stoltenberg diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku herdu welatên mayî jî serlêdanê erê bikin di zûtirîn demê de ev prose werin cîbicîkirin ku ev yek di nav mijarên ku di serê vê mehê de li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan re axiviye de cih digire.

Stoltenberg amaje kir ku Swêd û Finlandiyayê şertên peymana sêalî ya ku meha di hezîranê de bi Tirkiyeyê re destnîşan kirine, bi cih hanîne û berdewamî tekez kir ku Swêdê qanûna têkoşîna li dijî terorê guhertiye, tundtir kiriye, qedexeyên hinardeya çekan ji holê rakiriye û herdu welat di têkoşîna li dijî terorê de demeke dirêj e ku di nav hevkariyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin