PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê de ligel Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert tekezî li ser dostanîya gelê Kurdistanê û Fransayê kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bû, dawî pêşhatên Iraq û navçê hatin guftûgokirin û tekezî li ser girîngîpêdana bi pêwendîyên dostane yên her du gelên Fransa û Kurdistanê hate kirin.
Mesrûr Barzanî piştevanî û hevkarîyên Fransa ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxand, ku bi berdewamî Fransa di qonaxên cuda de hevkar û piştevanê gelê Kurdistanê bû.
Herwiha behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyekê ve û pêşveçûnên pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hat kirin û ew pêngav bi erênî hatin binavkirin. Her di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û kontrolkirina dawî pêgeha DAIŞê û çareserîya siyasî li wê welatî hatin guftûgokirin û tekezî li wê hate kirin, ku pêwîst e di pêngavên bê de qurbanî û mafê hemû pêkhateyan li ber çavan bihê girtin.
Ji alîyê xwe ve Balyozê Fransayê li Iraqê, hêvîya serkeftinê di serokatîkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji Mesrûr Barzanî ra xwast û tekezî li ser firehkirina pêwendiyên her du alîyan kir û ragihand, welatê wî bi piştevanî û hevkarîya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ve berdewam dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin