Amerîka karmendên misyonên xwe yên dîplomatîk li Hewlêr û Bexdayê vedikisîne

Amerîka karmendên misyonên xwe yên dîplomatîk li Hewlêr û Bexdayê vedikisîne

PeyamaKurd - Amerîka karmendên balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û herwiha karmendên konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê vedikşîne.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew dê karmendên mîsyonên xwe yên dîplomatîk li Iraqê kêm bikin.

Di daxuyaniya xwe de tê gotin: “Ji ber rewşa ewlekariyê û belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19), Wezareta Derve ya Amerîka karmendên xwe li balyozxaneya wî welatî ya li Bexdayê û konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê vedikişîne.”

Li gor zanyarîyên pêşîn, Amerîkayê ev biryar ji ber belavbûna koronavîrûsa nû (Covid-19) û ewlehiya karmendê xwe wergirtiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh bi sê roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya li herêma Kesk a Bexdayê hatibû kirin, lê belê roket li nêzîk avahiya balyozxaneyê ketibûn û heya niha ziyanên wan êrîşan eşkere nebûne. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin