PeyamaKurd – Hêzên koalisyona Ereb ya di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdiyê de ragihand ku li welatê Yemenê li bajarê Maribê di operasyonan de, di yek rojekî de herî kêm 145 Hûsî hatine kuştin. Li gor ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê; operasyon li bajarên El-Kesara û El Cûbayê çêbûne û bi temamî 26 operasyon kirine.
Di encamê de 18 alavên leşkerî yên Hûsiyan hatine îmha kirin û 145 çekdarên Hûsiyan hatine kuştin.
Li aliyê dinê berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya es-Serî di civîna çapemeniyê de ragihandiye ku li devera El-Cuba û Cebel Mûradê, ji hêzên artêşa Yemenê 750 kes hatine kuştin, birîndarkirin an dîl hatine girtin.
Serî, ragihandiye ku bo ser axa Erebistanê 47 êrîşên fuzeyî kirine, bi dronan bi tevahî 141 êrîşan kirine ku 13 ji wan bo ser Erebistanê hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin