Brîtanya li Kurdistan û Iraqê zêditirî 1 milyar dolar veberhênanê dike

Brîtanya li Kurdistan û Iraqê zêditirî 1 milyar dolar veberhênanê dike

PeyamaKurd - Brîtanya li Herêma Kurdistan û Iraqê, bi projeyên cuda, dê yek milyar pound sterlîn, veberhênanê bike.

Piştî hevdîtina doh ya Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Dr. Dara Reşîd, bi Balyozê Brîtanyayê yê Bexdayê Jon Wilks û şanda pê re daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniya Wezîreta Darayî de hat diyarkirin ku Jon Wilks di hevdîtinê ji Dr. Dara Reşîd re eşkere kiriye ku  Brîtanyayê, ji bo projeyên li Herêma Kurdistanê û Iraqê yek milyar pound sterlîn (nêzikî yek milyar û 205 milyon dolar) terxan kiriye û gotiye:

“Em kompaniyên Brîtanî han didin ku di warên cotkarî, geştyarî, tenduristî, perwerdehî, avahî û bankayan de li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di kombûnê de mijarên leşkerî û bazirganî yên di navbera herdu aliyan de jî hatine gotûbêjkirin û Balyozê Brîtanyayê destnîşan kiriye welatê wî girîngiyê dide pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê û herêmê.

Herdwiha Wezîrê Darayî Dr. Dara Reşîd di civînê de behsa serjimareyê li Iraqê kiriye û gotiye, “Li deverên nakok divê piştî rewşa demografîk ku ev bi salane hewla guhertina wê tê dayîn, bê vegerandin bo rewşa asayî û piştre serjimarî bê rojevê. Ev bi salane li bendê ne madeya 140 bê bicîkirin. Divê bicihkirina wê madeyê vegera xelkê resen ê wan deveran pêk bê.”

Balyozê Brîtanyayê jî li ser wê mijarê ragihandiye ku welatê wî amade ye her alîkariyekê bide Hewlêr û Bexdayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin