PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, di derbarê pereyên ku bi qaçaxî ji Iraqê hatibûn derxistin de daxuyaniyek da û diyar kir ku hinek pereyên ku ji welêt hatine dizîn, wan bi şûn de hanîne.
Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî, li paytexta Iraqê ya Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku wan hinek pereyên welêt ên hatibûn dizîn paşve girtine û bi pereyên ku hatine desteserkirin re wêneyek parve kir.
Sûdanî di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ew ê navên kes û kompaniyên ku serweta Iraqê digihînin derveyî welêt, bi raya giştî re parve bikin û dolar û dînarên ku hatine bidestxistin di destên xwe yên rast û çep de nîşan dan.
Her wiha Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku wan 182 milyar dînar şûnde girtine û 3 trîlyon dînar jî hatiye dizîn.
Beriya niha hatibû ragihandin ku li Iraqê 2,5 milyar dolar ji depoyên bankayê yên girêdayî Daîreya Giştî ya Bacê, ji bankayeke dewletê hatiye dizîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin