Sandeke îraqî bi rayedarên Hikûmeta Kurdistanê re dicive

Sandeke îraqî bi rayedarên Hikûmeta Kurdistanê re dicive

PeyamaKurd - Şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye û biryar e îro bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dest bi guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.

Derengê şeva bûrî şandeke Hikûmeta Bexdayê ku ji Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîr Fûad Husên,  Wezîrê Petrolê Samir Xezban, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Falih Feyaz û Rêvebirê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Ebû Cîhad El Haşimî pêk hatibû, gihîşt Hewlêrê.

Şanda Bexdayê di serdana xwe de pirsên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo dikin.

Serdana vê şandê piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê re tê, ku bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rêkeftibû ku çend komîteyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest bi guftûgoyan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin