Di navbera HDP û DEVAyê de behsa tifaqa hilbijartinê tê kirin...

Di navbera HDP û DEVAyê de behsa tifaqa hilbijartinê tê kirin...

PeyamaKurd – Serokê Kompaniya Lêkolînan MAKê Mehmet Ali Kulat, îdia kir ku dibe di navbera HDP û Partiya DEVA ya Alî Babacan seroktiya wê dike de, tifaqa hilbijartinê bê kirin û DEVA namzedên parlamenteriyê di lîstiye HDPê de nîşan bide.

Rojava hilbijartinan li Tirkiyeyê her diçe zêdetir germ dibe û nîqaşên li ser tifaqan jî berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniya Mehmet Alî Kulat ji ber yasaya nû ya hilbijartinan partî berê xwe didin tifaqan û got, “Dibe ku partiya DEVa û HDP ji bo derbaskirina benda hilbijartinê ya ji sedî 7 bikevin nav tifaqeke hilbijartinê.”

Li aliyê din Parlamentarê HDPê Erol Katircioglu jî hevdîtinên navbera DEVa û HDPê piştrast kir û got:

“Helbet daxuyaniyên dawî yên Alî Babacan bi xweşî hatin pêşwazîkirin. Ji xwe berê jî wisa bû. Yanî di nezera kurdan de. Min jî dibihîst û ji xwe temasa me jî çêdibû. Yanî li demeke ku ti kes behsa pirsa Kurd nake de, Alî Babacan derdikeve û diaxive. Bi min ev tiştekî gelekî girîng e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin