Hengaw: Li Kirmansahê xwendevan daketin kolanan

Hengaw: Li Kirmansahê xwendevan daketin kolanan

PeyamaKurd – Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Çalakî li ser kuştina keça Kurd Mahsa Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Tehranê de hatibû îşkencekirin û di 16 ê êlûnê de jiyana xwe ji dest dabû, destpêkiribûn. Rêxistina Mafê Mirovan ya bi navê Hengaw di babeta çalakiyan de nûçeyekî belav kir û got:

“Xwendevanên çalakvan yên zankoya Razî ya bajarê Kirmanşahê, xwepêşandanan kirin û daketin kolanan. Bi sloganên  ‘em ê şer bikin, em ê bimrin û em ê Îranê paşde bistînin’ qêriyan.”

Her weha xwpêşandêrên Kurd li ser rêya Bûkan û Miyandabê ji agir barîkatan çêkirin û rê girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin