Qral Selman bi Sêx Muhammedê Abû Dabiyê re hevdîtin kir

Qral Selman bi Sêx Muhammedê Abû Dabiyê re hevdîtin kir

PeyamaKurd- Çendeyek berê di navbera Erebistana Si’ûdî û Emaratan de di mijara koalîsyona li dijî Hûsiyan bo Yemenê nexweşî derketibû û Welîehdê Abû Dabiyê Şêx Muhammed Bîn Zayîd El Nahyan xwestibû ji koalîsyonê vekişe. Îro her dû rêvebir qral Selman Bîn Abdulezîz û Muhammed Bîn Zayîd li Erebistanê li qesra Mînayê hatin cem hev. Di hevdîtinê de welîahd Muhammed Bîn Selman jî amade bû.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê, di serî de li ser mijara Yemenê û pirsgirêkên herêmî axifîn.

Li gor ajansa fermî ya Emaratan WAM ê; Bîn Zayîd ragihandiye ku Erebistan rewtê ewlekariya herêmê ye û bo dahatûyê dê hevkariya wan weka berê her dewam bike. Zayîd desteka xwe daye banga Erebistanê ku her du terefên li Yemenê şer dikin, werin li Erebistanê bicivin.

Emarat, ji rêvebiriya fermî ya Yemenê bi gilî û gazine û ji bûyerên payîtext Adenê rêvebirê fermî serokkomar Abdurrabû Mansûr Hadî berpirs digre. Lewra hêzên li Yemenê yên ku bi Emaratan ve girêdayîne yên bi navê Hîzam Emnî, 4 roj li qesra Adenê ya serokkomariyê şer kiribûn û xwestibûn hukumetê bixînin. Ev jî bû sedema nexweşîna navbera Adenê û Emaratan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin