PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew pêşwazî li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û got: “Ez pêşwazîyê li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dikim.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo danûstandinan car din tîne ziman.”
Serokwezîr Barzanî eşkere kir: “Ev danûstandin dê bibin nexşerê ji bo hevbeşiya zêdetir a di warên reform, asayîş, bazirganî, veberhênan, jîngeparêzî û herwiha enerjiya paqij de.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin