Arinç: Wekî hev dîtina PKKê û HDPê sasîyeke mezin e

Arinç: Wekî hev dîtina PKKê û HDPê sasîyeke mezin e

PeyamaKurd – Yek ji damezrînerê AKPê û cîgirê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, di bernameyeke televizyoneke Tirkiyê de, li ser pirsa piştgiriya Kurdan bo hilbijartinên şaredariya Stenbolê bo Ekrem Îmamoglu got, “Divê mirov dîn be ku vê nebîne. Em dereng man. Divê em lê mikur bên.”

Arinç serkeftina Îmamoglu ya Stenbolê wekî stratejiyeke serkeftî ya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Ekrem Îmamoglu pênaser kir û got, ev stratejî dikare li her derê Tirkiyê encamê bide.

Bulent Arinç di berdewamê de jî diyar kir, “Ew ne bi piştgiriya PKKê, lê bi piştgiriya hilbijêrên HDPê bi ser ket. Li vir dibe ku xeta hatibe kirin. Şaşiyeke mezin e hilbijêrên HDPê û PKK wekî hev bên dîtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin