PeyamaKurd – Piştî hejmarek welatên rojavayî îro 83e Tîrmehê Parlamentoya Almanyayê jî protokola endamtiya NATO ya welatên Swêd û Fînlandayê xist ber dengdanê.
Di Parlamentoya Federalî ya Almanyayê de, di dengdanê de partiyên SPD, FDP, CDU-CSU û AfD piştgiriyeke tam dan endamtiya Swêd û Fînlandayê û partiya Çep Die Linke jî li dijî derket.
Di dengdanê de bi piraniya dengan protokola endamtiya her du welatan bo NATOyê hat pesendkirin.
Herwiha Parlamena Arnavutê jî protokolên endamtiya Swêd û Fînlandayê pesend kir ku heta parlamentoyên her 30 welatên endamên NATOyê protokolên beşdarbûnê pesend bikin, wê pêvajo dewam bike. Biryar e Tirkiye jî piştî rêkeftina sêqolî protokolên beşdarbûna Swêd û Fînlandayê pesend bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin