Di hefteyekê de sanda sêyem a ewropî serdana Rojava kir

Di hefteyekê de sanda sêyem a ewropî serdana Rojava kir

PeyamaKurd – Heyeteke Parlamena Ewropayê ku endamê Perlemana Ewropayê ji Bloka Sosyalîstên Demokrat Andreas Scheiden jî di nav de bû, serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir û bi Hevserokê Buroya Têkliyên Derve Ebdulkerîm Omer civiya.

Li gorî ragihandina medya Rojavayê Kurdistanê Berdevekê Têkliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif li ser serdanên vê dawiyê da xuyakirin ku piştî dîplomatekî Danîmarkî û şandeke Finalandî, ev şandeya sêyemîn di vê hefteyê de tê Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Perlemana Ewropayê Andreas Scheiden di daxuyanieyeke çapemeniyê de got ku wan di hevdîtinê de gelek mijarên girîng li ser rewşa herêmê nîqaş kirine û diyar kir, “keç û xortên vê deverê Cîhan ji terorê xelas kirin û pêwîst e Yekîtiya Ewropayê piştgiriya Rêveberiya Xweser a pirreng bike”.

Scheiden destnîşan kir, “Piştî êrîşa Tirkiyê li herêmê, pêwîstiya xelkê herêmê bi alîkariyê heye û divê ev yek bi awayekî rastexo were kirin”.

Endamê Perlemana Ewropayê bal kişand ser xeteriya êrîşên Tirkiyê û wiha axivî: “Divê em nehêlin Tirkiyê guhertina demograîk li herêmê pêk bîne û pêwîst e hêzeke navdewletî li herêmê were bicihkirin”.

Wî got ku, “Girîng e pêkhateyên vê herêmê beşdarî xebata siyasî ya li Cenevê bibin û nerîna wan jî hebe”.

Andreas Scheiden herwiha bal kişand xeteriya girtiyên DAIŞê û bang kir ku, ji bo darizandina wan dadgeheke navdewletî li herêma Bakurê Sûrî were avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin