Li Wuhan a Çînê jiyan ji nû ve asayî dibe

Li Wuhan a Çînê jiyan ji nû ve asayî dibe

PeyamaKurd – Li bajarê Wuhan ê eyaleta Hubey a Çînê ku vîrusa koronayê jê derket û li seranserê dinyayê belav bû, jiyan asayî dibe û çûnûhatina giştî ya nav bajêr jî 28ê Adarê destpê dike.

Li gorî ragihandina Radyoya Navdewletî ya Çînê, li Wuhan a ku ev hefteyek zêdetir e ti haletên Covid-19 nehatine tesbîtkirin, çûnûhatina giştî ya nav bajêr 28ê Adarê ji nû ve dest pê dike û ji bo kesên ji deverên din dihatin kar jî zêdetirî 100 hêlên veguheztina karkeran ji nû ve têne vekirin.

Rayedarên Çînê ragihandine ku kesên wesayîtên çûnûhatina giştî bikar bînin dê germa laşê wan bê pîvan û ji bo rîska vîrusê ji holê rabe agahiyên wan ên nasnameyî bên tomarkirin.

Herwiha bang li kesên temenê wan li ser 65 saliyê jî hatiye kirin ku heger neçar nemînin rêwîtiyê nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin