PeyamaKurd- Serokê dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelensky li ser xistina balafira Ûkraynayê ya rêwiyan ya ji aliyê Îranê de, berteka ewilî nîşanî Îranê da û got ku ew di rêyên dîplomatîk de, li benda ragihandina lêborîna Îranê ne û bende ne ku tazmînatê bidin. Zelenskiy weha got:
“ Em dixwazin bi temamî sûc qebûl bikin. Berpirsê bûyerê bila teslîmê edaletê bên kirin. Di rêyên dîplomatîk de bi fermî lêborînê bixwazin. Cenazeyan bişînin welatan û bo mexdûran tazmînatê bidin. Di pêvajoyan de bila bi pisporên Ûkraynî re bixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin