Efserekî hêzên Kanadayê li Bexdayê can da

Efserekî hêzên Kanadayê li Bexdayê can da

PeyamaKurd – Efserekî hêzên Kanadayê yê bi navê Eric Cheung li Bexdayê can da.

Wezareta Berevaniyê ya Kanadayê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew efser li derveyî çarçoveya erkê xwe can daye. Ev jî tê wê wateyê ku mirina vî efserî pêwendiya wî bi bûyera çekdarî ya îro tune ye ku li Bexdayê welatiyekî Amerîkî yê bi navê Stephen Troell hat kuştin.

Wezareta Berevanî ya Kanadayê li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir: “Endamekî Hêzên Çekdar ên Kanadî Kaptan Eric Cheung, roja Şemiyê di bin şert û mercên ne-peywendîdar de li Bexda, Iraqê can da. Lêpirsîn derbarê rewşên vê bûyerê de niha berdewam e û heta lêkolîn temam nebe, tu zanyariyên zêdetir nayên dayîn.”

Hat ragihandin ku Eric Cheung efserê operasyonan yê ser bi hêzên Kanadayê bûye, li baregeha Fermandariya "Lîwaya Kanadî ya 38" kar kiriye.

Herwiha hat destnîşankirin, li Bexdayê wek Berpirsê Cîbicîkar ê Rêveberiya Pêwendiyên Stratejîk di çarçoveya Fermandariya Hêzên Erkên Hevbeş de xebitiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin