PeyamaKurd - Namzedên Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê hatin destnîşan kirin.
Berdevkê PDKê Mehmûd Muhammed ragihand, dê Mesrûr Barzanî ji bo serokwezîrtiyê û Nêçîrvan Barzanî jî ji bo seroktiya Kurdistanê werin destnîşankirin.
Mehmûd piştî civîna PDKê ya bi seroktiya Serok Barzanî ya li Pirmamê ku îro encam da, bi civîneke rojnamevanî ev daxuyanî da:
“Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bo posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin