PeyamaKurd - Hinardekirina kartolên Herêma Kurdistanê yên deverên Hewlêr û Duhokê bo welatên Kendavê dest pê kiriye û yekem restorana navdewletî ya daxwaza kartolên Kurdistanê kiribû jî McDonalds bû. Hate ragihandin ku niha jî restoranên KFC û Hardee's ên li welatên Kendavê jî kartolên Kurdistanê dixwazin.
Hate zanîn ku McDonald's piştî ku nimûneya berhema petatên cotkarên Kurdistanê dîtiye, daxwaz kiriye heftane 500 heta 1000 ton kartol bo wan bên şandin û ji bo vê jî girêbest hatiye îmzekirin.
Li gorî nûçeya K24ê xwediyê Kompaniya Veberhênanê yê di warê berhemanîn û hinardekirina kartolan de Beşar Muşîr Axa gotiye, xwaringehên KFC û Hardee’s ên li welatên Kendavê petatên Kurdistanê daxwaz kirine û di gotûbêjê de ne, da ku ji bo wan markayên cîhanî jî dabîn bikin.
Beşar Muşîr Axa daye zanîn ku kartolên Herêma Kurdistanê niha li bazarên Îmaratê yên herî baş in û bala hemû bazirgan û veberhênerên warê xurek û berhemên çandiniyê kişandiye.
Hêjayî gotinê ye, îro 7ê Tebaxê li Hewlêrê merasîma îmzekirina girêbesta hinartina 5 hezar ton kartolan di navbera sermayedar û bazirganên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hat îmzekirin. Di vê çarçoveyê de 120 ton kartolên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê hatin şandin ku di nava hefteyekê de 500 ton kartolên Kurdistanê gihîştine Îmaratê. Herwiha biryare heftane 500 ton kartol bo Îmaratê bi berdewamî bên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin