PeyamaKurd - Çavkaniyekî ewlehiyê yê ji Kampa Holê ya malbatên DAIŞê tê de dimînin ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa 3yemîn a kampê cenazeyê koçberekî bi navê Besam Xidir Sewadî serjêkirî dîtine û rakirine Navenda Heyva Sor a Kurd da ku radestî malbatê bê kirin.
Hatiye zanîn ku kesê kuştî sala 1982yan hatiye dinê, ji xelkê Dêrazorê ye û li beşa 4emîn a kampê bi cih dibû.
Hat diyarkirin ku ew kes ji aliyê şaneyên çekdarên DAIŞ`ê ve li beşa 3yemîn a kampê hatiye kuştin.
Bi vê bûyerê re, ji destpêka îsal ve li kampa Holê zêdetirî 28 jin û mêr hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin