Reuters: Biden û Johnson li ser vekirina korîdoreke rêwîtîyê ya transatlantîk axifîn

Reuters: Biden û Johnson li ser vekirina korîdoreke rêwîtîyê ya transatlantîk axifîn

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan ya Reutersê li ser pêwendiya Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson diyar kir, her du alî li ser vekirina korîdoreke rêwîtîyê ya transatlantîk axifîne.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanya Dominic Raab bêyî ku hûrgilîyan bide, di Sky Newsê de li ser wê korîdorê peyivî û eşkere kir, Biden û Johnson ser korîdora rêwîtiyê danûstandin kirine û ew dizanin ku ew ê wê fikrê çawa pêş de bibin.
Herwiha Raab destnîşan kir, ew ê niha plana ser korîdora rêwîtiyê eşkere nekin.

Biden û Johnson, berî Hilcivîna G7 roja Pêncşemê li Cornwall ya li rojavayê başûrê Brîtanya civîyabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin