PeyamaKurd – Di dema ku şer û rageşiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de didome, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki têkildarî alîkariya leşkerî ya ji bo Kîevê daxuyaniyek da. Morawiecki di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Almanyayê kir ku bikeve tevgerê û her cure çekan bişîne Ûkraynayê.
Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki di merasîma ku li paytext Berlînê ji bo 50. salvegera endamê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) siyasetmedarê Alman Wolfgang Schaeuble hat lidarxistin de axivî û behsa şerê Ukrayna û Rûsyayê kir.
Morawiecki di daxuyaniya xwe de diyar kir, têkçûna Kîevê dikare bibe destpêka şerekî nû yê cîhanê û wiha got, "Ez hikûmeta Almanyayê vedixwînim gavên bibiryar bavêje û her cure çekan bide Ukraynayê."
Morawiecki bal kişand ser wê yekê ku tu wateya astengkirina piştgiriya ji bo Ukraynayê û derengxistina gihandina çekan ji bo Kîevê tune ye û got, "Ukraynayî îro ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo parastina Ewropayê jî şer dikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin