Berdevkê Wezareta Elektirîkê: Em ê 200 mêgawat elektirîk ji Tirkiyê bikirin

Berdevkê Wezareta Elektirîkê: Em ê 200 mêgawat elektirîk ji Tirkiyê bikirin

PeyamaKurd – Di sala 2021an de, Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê 200 mêgawat elektirîk ji Tirkiyê dikire.

Li gor Berdevkê Wezareta Elektirîkê Umêd Ehmed ragihand, me biryar da, 200 mêgawat elektirîk ji Tirkiyê bikirin.

Herwiha Umêd Ehmed diyar kir, girêbesta kirrîna elektirîkê dê di sala 2021ê de bi Tirkiyê re were îmzekirin.

Berdevkê Wezareta Elektirîkê da zanîn, ew elektirîka ku dê ji Tirkiyê were kirrîn, nirxa wê ji ya li Kurdistanê berhem tê, gelekî erzantir e. Loma wan biryar da bikirin.

Herî dawî berpirsê Hikûmetê destnîşan kir, ew elektirîka ku ji Tirkiyê tê kirrîn, dê zêdetir li deverên sînorî yên mîna Zaxo û Duhokê were dabeşkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin