Berdevkê Kremlînê: Pûtîn û Biden siyasetmedarên herî xwedî ezmûn ên dinyayê ne

Berdevkê Kremlînê: Pûtîn û Biden siyasetmedarên herî xwedî ezmûn ên dinyayê ne

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniyeke xwe ya bo televizyona Rossiya 1ê de, bersiv da pêwendiya navbera Biden û Pûtîn.

Peskov got ku niha Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vldamîr Pûtîn heman wekî serokên Çînê Şî Cinping û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî siyasetmedarên herî zêde xwedî ezmûn ên dinyayê ne.

Berdevkê Kremlînê herwiha da zanîn ku di navbera serokên Rûsya û Amerîkayê de dîyalogeke baş hatiye danîn û her du alî jî nêrînên xwe yên nakok ji hev re dibêjin û ev nayê wateya ku ev yek li derveyî rêzgirtinê pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin