PeyamaKurd – Li gorî ragihandina ajansa Reutersê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Tirkiye nekeve lîsta reş, derbarê şefafîyeta bacê de bi Tirkiyê re li ser pêşrêkeftinekê li hev kiriye ku ev jî mohletê dide Tirkiyê.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ragihandine, mebesta pêşrêkeftinê ji nû ve çêkirina têkiliyên herdu aliyan e û nexistina nav lîsteya reş e.
Yekîtiya Ewropayê sala 2017 ji bo rê li ber xwe revandina ji bacê bigire hin biryar derxistibûn û karên hêsankariyê dikin qedexe kiribûn.
Herwiha YEyê daxwaz ji Tirkiyê jî kiribû ji bo nekeve lîsta reş di yasayan de li gorî pîvanên YEyê sererastkirinan bike, lê Tirkiyê ev nekiribû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî nakokiyên Tirkiyê û Rûsyayê li Sûriyê-Idlib xwe dane der û Tirkiyê alîkarî ji welatên YE û Amerîka-NATAyê xwest, di çend rojên dawî de nêzîkbûneke welatên Rojavayî bi dewleta Tirkiyê re dest pê kiriye ku ev jî wekî destpêka siyaseta Tirkiyê ya xwe dûrxistina ji Rûsyayê tê nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin