PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê projeyeke elektirîkê ya din hatiye bidawîkirin û sibe 16ê Tebaxê jî bi merasîmekê tê vekirin.
Wezareta Elektrîka Kurdistanê ragihand, projeyeke din ya elektrîkê li Hewlêrê xilas bûye û wê sibê 16 Tebaxê bi amadebûna wezîrê elektrîkê Kemal Mihemed Salih û parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi fermî were vekirin.
Wezaretê da zanîn, projeya ku 132 KV e û ji aliyê kompaniya Zagros ve bi qasî 14 milyon dolaran hatiye xilaskirin, li nêzîkî Bazara Niştimanî ya Hewlêrê ye û sibe bi merasimekê tê vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin